RAPIRSÎ - Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînan a ASALê derbarê rewşa heyî li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de hat pirsîn, “Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?”

Ji sedî 54,5ê beşdaran gotiye "aborî û giranî" û ji sedî 9,7an jî gotiye “her tişt pirsgirêk e.”

Kompanyaya Lêkolînan a ASALê “Lêkolîna Rojeva Siyasî ya Tirkiyeyê ya Tebaxa 2024an” weşand.

Di lêkolînê de, piştgiriya hilbijêran a ji bo partiyên siyasî, nerînên derbarê partiyên siyasî û nirxandinên derbarê rojeva meha tebaxê cih digirin.

Rapirsî, ji 17 heta 27ê Tebaxa 2024an li parêzgehên Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Bursa, Balikesîr, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Qeyserî, Kocaelî, Kirikkale, Konya, Manîsa, Tekîrdag, Trabzon, Yalova û Zonguldakê yên Tirkiyeyê û parêzgehên Amed, Erzirom, Dîlok, Meletî, Mêrdîn, Riha û Wanê yên Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.

2 hezar beşdarî rapirsiyê bûne ku temenê wan kêmî 18 salan e. 

Di rapirsiyê de ji welatiyan hat pirsîn, “Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çiye?"

Encamên rapirsiyê wiha hatine rêzkirin:

  • Aborî/Giranî: Ji sedî 54,5
  • Edalet: Ji sedî 10,8
  • Penaber: Ji sedî 5,2
  • Bêkarî/Damezrandin: Ji sedî 4,3
  • Perwerde: Ji sedî 2,8
  • Teror: Ji sedî 2,0
  • Têkçûna nirxê exlaqî: Ji sedî 1,7
  • Ewlehî: Ji sedî 1,3
  • Veguherîna Bajarvanî/Erdhej: Ji sedî 1,1
  • Tenduristî: Ji sedî 0,6
  • Hemû tişt pirsgirêk e: Ji sedî 9,7
  • Yên din: Ji sedî 2,0
  • Pirsgirêk nîne: Ji sedî 0,8
  • Pirsa Kurd: Ji sedî 1
  • Nerîna min nîne/Bersiv nîne: Ji sedî 2,2