Zam didomin: Kîloya çayê ji sedî 15 biha bû

12-09-2023
RÛDAW
Nîşan Çay Bihabûn Çaykur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Çayê ya Tirkiyeyê Çaykurê, bihayê çayê ji sedê 15 zêde kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zam didomin, vê carê jî ça biha bû.

Piştî hilbijartina 14ê Gulanê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, cara çaran e ku bihayê çayê hat zêdekirin.

Çaykurê vê carê bihayê çayê ji sedî 15 zêde kir.

Bi zêdekirina nû re piştî hilbijartina 14ê Gulana bihayê çayê zêdetirî ji sedî 90î hat zêdekirin.

Bihayê çayê 8ê Hezîranê ji sedî 43-45, 14ê Tîrmehê ji sedî 9,8 û 15ê Tebaxê jî ji sedî 5 hatibû zêdekirin.

Di encama 4 bihakirinan de kîloya çaya Tiryakiyê ku berî hilbijartinê 97 lîre bû gihişt 187 lîreyan.

Nûnerên sektora çayê ji medyaya Tirkiyeyê re ragihandin ku dê di demeke nêzîk de bihayê çayê dîsa ji sedî 10 bê zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst