HDP: Dersên bijarte cihê mafê perwedeya bi zimanê dayîkê nagire

12-09-2022
Nîşan HDP Perwerdeya Zimanê Kurdî Tirkiye Bakurê Kurdistanê Sala Xwendinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kiliç Koçyigit diyar kir ku li Tirkiyê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagon û Destûra Bingehîn hatiye astengkirin û got, “Îro hikûmeta AKPê hewl dide bi dersa bijarte pêvajoyê asteng bike û di rastiyê de dixwaze vê binpêkiriyê binixumîne.” Gulistan Kiliç Koçyigit herwiha got: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, û dersên bijarte cihê wê nagire.

Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDPê û Komîsyona Zarokan, bi boneya destpêkirina sala nû ya xwendinê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Navenda Giştî ya HDPê li Enqerê civîna rojnamevanî saz kirin.

Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit amaje bi wê yekê kir ku hişmendiya darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an hêj berdewam e û got: “ Mixabin ku tifaqa AKP-MHPê ku berdewamiya wê hişmendiyê ye, zîhniyeta darbeyê û şertên wê didomînin. Destûra 1982yan ku berhema darbeya leşkerî ye, hêj di warê cîbicîkirinê de ye. Hemû saziyên 12’ê Îlonê îro ji aliyê AKPê ve weke amûrek tên bikaranîn.”

Gulistan Kiliç Koçyigit bal kişand li ser wernegirtina perwerdeya wekhevî û got: “Em tevek dibînin bê ka di perwerdeyê de newekheviyeke çawa heye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên perwerdeyê jî perwerdeya veguhestinê ye. Bi taybet jî piştî 12ê Îlonê li Kurdistanê YÎBO hatin avakirin. Di van dibistanan de xwestin zarokên kurd asîmîle bikin û bikin neferên pergalê. Îro jî li gundan dibistan nayên çêkirin û zarokên Kurd ji mafê perwerdeyê bêpar tên hiştin.”

Koçyigit tekezî li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê kir û got: “Di vê rewşa heyî de yek ji hêmayên bingehîn ên mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, bi yasa û destûra bingehîn tê astengkirin. AKP hewl dide bi dersa bijarte binpêkirina rê li ber vê pêvajoyê bigire û vî mafî veşêre. Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê di çaroveya dersa bijarte de heta niha tenê 79 mamoste damezrandine bo dersa Kurdî û ev yek jî diyar dike ku di vê mijarê de ew qet ne jidil e, û durûtiyê dikin. Em dîsa dubare dikin û dibêjin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafekî bingehîn e û dersa bijarte jî nikare cihê wê bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst