Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ​sala nû ya xwendinê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) -

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, îro Duşemê sala nû ya xwendinê ya 2022-2023 dest pê kir. Îsal jî weke salên berê, dê zarokên Kurd li Bakurê Kurdistanê, ne bi zimanê Kurdî lê bi zimanê Tirkî bixwînin.

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ragihand, wan hemû amadekarî kirine ji bo destpêkirina xwendinê û di sala nû ya xwendinê de 1.2 milyon mamoste li tevahiya dibistanên hikûmî û taybet dê dest bi kar bikin.

Rêveberê Platforma Perwerdeya Amedê Prof. Ezîz Yagan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser destpêkirina sala xwendinê axivî.

Îsal li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo dersa bijardeya Kurdî tenê 3 mamoste hatine damezrandin.

Ezîz Yagan diyar kir ku ew dixwazin di warê pêşxistina Kurdî de girîngî bi mamosteyên Kurdî were dayîn lê Wezareta Perwerdehiyê heta niha ti gav neavêtine.

Ezîz Yagan li ser damezrandina 3 mamosteyên Kurdî got, “Ji bo 20 hezar xwendekarên dersa Kurdî tenê 3 mamoste ne tiştek e lewra me daxwaza 200 mamosteyên Kurdî kiriye.”

Ji bo zimanê ne Tirkî jî mamoste tên damezrandin ku ji bo zimanê Îngîlîzî hezar û 4 mamoste, bo zimanê Erebî 175 mamoste, bo zimanê Almanî 1 mamoste û bo zimanê Kurdî jî tenê 3 mamoste tên damezrandin.

Ezîz Yagan anî ziman, “Damezrandina 3 mamosteyan dê bandoreke neyînî li ser hilbijartina dersa Kurdî bike û dê salên pêş de kêmtir xwendevan dersa Kurdî hilbijêrin.”

Ezîz Yagan destnîşan kir ku divê dayik û bavên Kurd israrê li ser dersa Kurdî bikin.

Tevî 3 mamosteyên nû yên Kurdî, koma mamosteyên zimanê Kurdî bo îsal dibin 83 mamoste.

Par 20 hezar û 265 xwendekaran waneya zimanê Kurdî hilbijartibûn.

Li gor sendîkayên perwerdehiyê ji ber ku xwendevanên Kurd heta niha jî li bajarên Tirkiyê wek karkerên demsalî dixebitin rêjeya beşdariya xwendevanan li Bakurê Kurdistanê kêm e.

Li gor Wezareta Perwerdeyê li dibistanan 60 hezar karmendên paqijiyê jî hatine erkdarkirin û di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerdê ji dibistanan re 3,1 milyar lîre  budçe hatiye şandin.

Her wiha îsal 1450 pêşdibistanên nû û 10 hezar û 200 polên pêşdibistanê hatine vekirin. Wezareta navborî plan dike ku heta dawiya salê zêdeyî 3 hezar pêşdibistanan veke.