Sezgîn Tanrikulu: Zîhniyeta 12ê Îlonê îro jî li ser desthilatê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu derbarê drbeya leşkerî ya Tirkiyê ya 12ê Îlona sala 1980ê daxuyaniyek belav kir û got “Zîhniyeta 12ê Îlonê ku digot `ma em bi darvenekin û xwedî bikin?` Îro jî li ser desthilatê ye.”

Parlamenterê Stebolê yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu îro 12ê Îlona 2021ê, derbarê salvegera darbeya leşkerî ku 12ê Îlona 1980ê li Tirkiyê pêk hatibû, li ser hesabê xwe ya Twiterê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Tanrikulu di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir ku li Tirkiye di ti demekê hesaba kiryarên darbeya 12ê Îlonê nehatiye dan û got “Ji bo jibîrkirina êşên wan rojan jî ti pêngavek nehatiye avêtin.”

Parlamenterê CHPê destnîşan kir ku ne pêşengên darbeyê ne jî zîhniyeta darebeyê bi awayekî rast nehatine darizandin û got “ji bo ku mekanîzmaya darbeyê û sedemên ku mekanîzmaya darbeyê pêk tînin, nayên jinavbirin li welatê me di 15ê Tîrmehê de hewla darbeyê hat dayîn.” 

Sezgin Tanrikulu herwiha diyar kir ku desthilata AKPê mijara 12ê Îlonê jî îstîsmar dike û got “AKPê bi kiryarên xwe yên piştî 15ê Tîrmehê rehmê li 12ê Îlonê kir. Di serî de mafê jiyanê hemû mafên mirov hatin binpêkirin. Derbarê daraza dadmendî rewş ji 12ê Îlonê jî xirabtir bûye. Kuştinên bê daraz, şûna cezayên îdamê yên serdema 12ê Îlonê girtin.”

Herî dawî Tanrikulu got “Tevî nexweşiyên wan ên giran girtiyên siyasî di girtîgehan de di tên rizandin û heta nemirin, nikarin ji girtîgehan derbikevin. Zîhniyeta 12ê Îlonê ku digot `Ma em bi darvenekin û xwedî bikin?` îro jî li ser desthilatê ye.”