VÎDEOWALL – Bi amaran darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê

12-09-2020
RÛDAW
Milyonek 683 hezar kes weke anarşîst hatin mohrkirin
Milyonek 683 hezar kes weke anarşîst hatin mohrkirin
Nîşan Darbeya 12ê Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 40 sal di ser darbeya leşkerî ya 12 Îlonê re derbas dibin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbû. Sererkanê wê demê yê Tirkiyê Kenan Evren dest danî ser desthilatê û pêvajoyeke nû destpê kir. Wê demê bi deh hezaran kes hatin girtin û dadgehkirin û bi dehan kes jî hatin darvekirin.

Di 12ê îlona sala 1980an de Tirkiye bi derbeyeke leşkerî ya di pêşengiya Orgeneral Kenan Evren ve hejiya. Di heman rojê de Parlemen hat girtin, destûra bingehîn ji meriyetê derket û kilît li deriyên partiyên siyasî hat xistin û cunta leşkerî hat ser hukum.

Di encama darbeya leşkerî de, milyonek 683 hezar kes weke anarşîst hatin mohrkirin û 210  hezar doz hatin vekirin û 230 hezar kes hatin dadgehîkirin. 7 hezar kes bi cezeyê bidarvekirinê hatin dadgehkirin. 517 kesan cezeyê bidarvekirinê wergirt û 50 kes hatin bidarvekirin.

Herwiha 98 hezar û 404 kes bi endamtiya rêkxistinan hatin dadgehkirin. 388 hezar kes bê pasaport man. 30 hezar kes ji kar hatin avêtin. 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatin derxistin. 30 hezar kes koçber bûn. 300 kes bi şêwazên cihê gumanê mirin. 171 kesan di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dan.

3 hezar û 854 mamoste, 120 mamosteyên zanîngehan û 47 dadwer ji kar hatin dûrxistin. 400 rojnamevan bi 4 hezar sal cezeyê zindanê hatin cezekirin. 31 rojnamevan ketin zindanê. 300 rojnamevan rastî êrîşan hatin.  3 rojnamevan hatin kuştin. 937 film hatin qedexekirin, 23 hezar û 677 komele hatin girtin.

Piştî ku sala 2010an bi riya referandûmê hinek maddeyên destûrî hatin guhertin, di derbarê berpirsên 12ê Îlonê de doz hatin vekirin. Ji sedî 58ê xelkê dengê belê dabûn guhertina destûrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst