Bi tohmeta ‘karkirina bo PKKê’ 11 hacker hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqerê bi tohmeta “karkirina ji bo PKKê di bin navê grupa `Mezopotamiya Hackers` 11 hacker hatin girtin.

Li gor jêderên medya Tirkiyê, li ser biryara serdozgeriya Komarê ya Enqerê, yekîneyên Îstîxbaratê û Rêveberiya Ewlehiyê, bi giştî li 17 bajaran  ku navenda wê Enqere bû bi şêweyekî hevdem operasyonek encamdan.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, ew operasyon li dijî kar û xebatên hackerkirinê yên li dijî malperên cuda tên meşandin hat pêkanîn.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, di encama wan operasyonên navborî de, bi tohmeta ji bo PKKê di bin navê grupa "Mezopotamiya Hackers" de xebatên hackirinê birêve dibin 18 kes hatin desteserkirin. 

Kesên hatin desteserkirin ji bo navenda Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqerê hatin veguhestin û 4 jê bi şertê kontrola edlî bi giştî 7 kes hatin berdan û biryara girtinê derbarê 11 kesan de hat dayîn.