Stenbol (Rûdaw) - Partiya opozisyona Tirkiye CHP piştî salên dûr û dirêj di encama rapirsiyan de weke partiya yekemîn xuya dike. Encama hilbiartinên herêmî û çend mijar û nakokiyên navxweyî weke sedema vê yekê têne nîşandan. Beşek ji pisporan vê yekê red dikin lê beşeke din vê yekê di cih de dibînin û didin zanîn ku CHP tevî ku potansiyeleke amade nîn e jî dikare bibe partiya birêvebir ya vî welatî.
Li gorî rapirsiya ku ji hêla Navenda Lêkolînên Civakî ya Avrasyayê ve hatiye kirin CHP di halê hazir de li Tirkiye paritya yekemîn e. Tevî ku rêjeya dengên Bereya Cûmhûr li derdora 43 heta 45an ji sedî ne jî, dengên AK Partiyê her ku diçe diherikin ser ên MHPê. Ew yek jî dike ku di rêzbendiyê de CHP bibe yekem û berdewam be dengên xwe jî zêde bike. Li gorî pisporan ew rewş berpirsiyariyeke mezin dixe stûyê CHP bi taybetî jî di warê pirsa Kurd de.
Derbarê mijarê de Şirovekarê Siyasî Mustafa Kemal Erdemol dibêje: “CHP piştî hilbijartinên herêmî xwe weke navenda çareseriya pirsgirêkan nîşan da. Wê demê divê tişta pêwîst bike. Weke hun zanin raporeke pirsa Kurd a gelekî radîkal ji alî CHPê ve hatibû amadekirin. Ger partiyek pirsa Kurd çareser neke li Tirkiye tu tiştek jî çareser nabe. CHP niha dikare wê rapora xwe ya gelekî baş nûjen bike û dê ew civakê jî bigihîne aramiyê. Niha pêdiviya Tirikye bi guherîneke radîkal heye û egeriyek mezine jî CHP bikare vê guherînê cîbicî bike.”
Li gorî encama 31ê Adarê giraniya xelkê deng dane CHPê, lê di nava vê rêjeyê de para dengên HDPê cihekî girîng digire. Sedema paş ve çûna AK Partiyê jî weke mijara penaberan, rewşa aborî, danîna qeyûman, gendelî û çend xalên din tê binavkirin. Li gorî beşek lêkolînêr û kompaniyên rapirsiyan jî pêkan nîne ku CHP bûbe partiya yekem.
Serokê Navenda Lêkolînan a Gen-Arê Îhsan Aktaş jî dibêje: “Îdiaya ku CHP dibe paritya yekem bi gotina pêşiyan dişibe wê yekê ku segek di zehmeriyê de berfê bixwe. Ne aliyekî zanistî, ne jî aiyekî vê îdiayê yê rast heye. Deh sal in rêjeya denên CHP li holê ye û tengasiyên ku ew partî tê de ye jî ji holê ranebûne. Sosyolojiya ku di deh salan de neguhiriye di şevê de jî nikare biguhire.”
Li gorî daneyên rapirsiyê ji sedî 3.5ê dengdêrên ku neçûne ser sindoqan niha dengê xwe didin CHPê. Li aliyê din egeriya du partiyên nu ku ji nava AK Partiyê derkevin jî sedemeke girîng de di daketina dengên wê partiyê de. Li gor amaran eger Alî Babacan partiyekê ava bike 5 heta 6 pileyan, eger Ahmet Davutoglu ava bike jî 1 heta 3 pileyan ji dengên AK Partiyê bi xwe re dibin. Ew yek jî dide nîşan ku di serdema pêş de parlemena Tirkiye ji rêjeyeke zêdetir ya partiyan pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse