Berdevkê AK Partiyê li ser Kerkûkê daxuyanî da

12-08-2024
RÛDAW
Nîşan Ak Partî Omer Çelîk Kerkûk PDK YNK Tirkmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê got, “Hiştina li derve ya Tirkmen, PDK û grûpên din ên Ereb xelet e.”

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Lijneya Birêvebir a Navendî ya AK Partiyê îro bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk rojev nirxand û bersiva pirsên rojnamegeran da.

“Nayê qebûlkirin”

Omer Çelîk li ser pirseke derbarê hilbijartina parêzgarê Kerkûkê wiha axivî:

“Ji destpêkê ve em li Îraqê alîgirê siyaseteke berfireh in ku tê de tu kes li derve neyê hiştin.

Li vir em dibînin ku şêwaza siyaseta YNKyê ya çêkirina rewşeke defakto ya wekî lidervehiştina Tirkmen, grûpên din ên Ereb û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne rast e.

Ev bi ti awayî ji bo Îraqê ne baş e ku pêwîstiya wê bi siyaseteke berfireh heye. Ji bo Kerkûkê jî ev nêzîkatiyeke gelekî şaş e.

Ji ber vê yekê tiştê ku her tim em dibêjin ev e, nêzikatiyeke ku Tirkimenan li derve dihêle xelet e.

Nêzikatiya ku grûpên din ên Ereb, PDK û yên din li derve dihêle jî xelet e.

Çawa ku em dibêjin ku divê mafê Tirkmenan bê dayîn, em difikirin ku divê mafê komên din ên Ereb û grûpên din jî bê dayîn.

Ev hilbijartina ku we behs kir rewşeke berevajî vê çarçoveyê çêkiriye. Tenê rewşeke ku li gorî YNKyê ava kiriye.

Vê yekê jî tabloyeke wekî lidervehiştina Tirkmen û lidervehiştina grûpên Ereb derxistiye holê.

Ev rewşeke baş nîne û rewşeke ku nayê qebûlkirin e.

Ji bo ku vê yekê vegerînin çarçoveyeke bi temamî berfireh divê bilez gav bên avêtin. Wekî din, dê bi pirsgirêkên din re rûbirû bên mayîn.

Li Îraqê modelên ku hemû Îraqiyan digirin nav xwe dikarin kar bikin, bê birêvebirin û xizmeta Îraqê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst