Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo Can Atalay dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê li ser serlêdana partiyên mixalefetê biryar da ji bo gotûbêjkirina rewşa Parlamenterê TÎPê Can Atalay bi awayekî awarte bicive.

Eger biryara Dadgeha Destûrê ya derbarê Atalay de bê xwendin parlamenteriya wî ya ku hatibû betalkirin, dê paş de bê vegerandin.

Di Kanûna Paşîna 2024an de di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de biryara 13emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a derbarê Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalayê ku ji doza Parka Geziyê 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hat xwendin.

Bi xwendina biryarê parlamenteriya Can Atalayê ku di çarçoveya doza Geziyê de niha li Girtîgeha Marmarayê ya Sîlîvriyê tê girtin, hat betalkirin.

Parêzerên wî li dijî vê yekê serî li Dadgeha Destûrê daa û daxwaza betalkirina vê biryarê kirin.

Dadgeha Destûrê hefteya borî ragihand, biryara Parlamentoya Tirkiyeyê ya betalkirina parlamenteriya Can Atalay ne yasayî ye.

Partiyên mixalefetê piştî biryara Dadgeha Destûrê serî li Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê da û daxwaza civîna bilez kir.

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê îro ragihand, ji bo gotûbêja li ser rewşa Can Atalay roja 16ê Tebaxê Lijneya Giştî ya Parlamentoyê dicive.

Eger li Lijneya Giştî biryara Dadgeha Destûrê bê xwendin divê pêvajoya radestkirina parlamenteriya Can Atalay careke din dest pê bike.

Ji aliyê din ve di rojeva civîna Rêvebiriya AK Partiyê ya îro de jî mijara Can Atalay û Osman Kavala heye.