Dawet bû gola xwîne: Bavê zavê û mêvanek mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Gîresunê yê Tirkiyeyê bavê zavê û mêvanek ji ber guleyên ku hinek kesan berdan hewayê mirin.

Bûyerê li navçeya Eynesîlê ya Gîresunê rû da.

Li gorî agahiyan, hinek kesên ku hîn nasnameyên wan nehatine tesbîtkirin di dawetê de gule berdan hewayê.

Gule li Huseyîn Olçucu û û bavê zava Bîlal Yetîm (62) ketin.

Huseyîn Olçucu li cihê bûyerê mir û Bîlal Yetîm jî bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Bîlal Yetîmê bavê zavê gihand nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitî.

Cendirmeyan gumanbar M.D. desteser kir û ew piştî karên îfadeyê hat girtin.

Li hêla din, Huseyîn Olçucu û Bîlal Yetîm li goristana bajarokê Orenê hatin veşartin.