Mele çû masiyan lê termê wî vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) – Meleyê bi navê Suat Dede çû ku masiyan bigire lê termê wî hat dîtin.

Bûyerê li navçeya Dortyolê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê rû da.

Mele Suat Dede ji bo masiyan bigire bi botê bi nav deryayê de çû.

Mele piştî demekê winda bû û Tîmên Ewlehiya Peravan dest bi xebatên lêgerînê kir.

Tîman li cihê ku bot hat dîtin termê melê jî dît û tîmên tenduristiyê term veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.