40 hezar kes ji aliyê bazirganekî ve hatine xapandin

12-08-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Enqere Deterjan Pazari Suleyman Kocabaş
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê di van salên dawî ji ber nebûna kar xelk berê xwe didin karên li ser înternetê û hindek kompanyayên ku rewşê ji bo xwe weke derfet dibînin. Beriya niha jî gellek caran xelk bi sozên qazanckirina pareyekî zêde û bêzehmet hatibû xapandin. Herî dawî li Enqerê kesekî bi navê Suleyman Kocabaş pere ji 40 hezar kesan standiye ku bazirganiya kelûpelên paqijiyê pê bike. Lê niha tê îddîa kirin ku Suleyman Kocabaş revîyaye û xelk jî hatiye mexdur kirin. Di derbarê îddîyan de lêkolînên asayîşa malî berdewam in.

Li Tirkiyê di derbarê Kompnayayeke ku kelûpelên paqijiyê berhem tîne îddiaya gendelî û sextekariyê di rojevê de ne. Li gorî îddîayan komponyaya bi navê Deterjan Pazari pudra sabûnê dide xelkê û xelk jî li malên xwe sabûn çêdike û dide kompanyayê, lê Herkesê ku bixwaze vî karî bike pêwîste pare bide kompanyayê, li gorî îddiayan hin kesan heta 300 hezar lîre pare razandine lê niha xwediyê kompanyê Suleyman Kocabaş reviyaye û sabûna hatiye çêkirin jî di destê xelkî de maye.

Mexdûr Hasan Ortaca got “Cihekî bi navê deterjanpazarî vebû, xelk hemû hatin li vir tozê dibin li mala xwe sabûna çêdikin. Yên kesan ji bo vî karî cih kirê kirine. Lê niha dibêjin kompanya hatiye girtin û xwediyê wê jî revîyaye. Gellek kes li vir kom bûn. Em jî îro hatin ka em bizanin mesele çi ye.”

Li gorî raporên hatin belavkirin heta niha nêzîkî 500 milyon lîre ji aliyê Deterjan Pazarî ji xelkî hatiye kom kirin û nêzîkî 40 hezar kes beşdarî vê bazirganiyê bûne. Beşek hemwelatî hê jî bi heman kompanyayê re kar dikin û dibêjin “em bawer dikin ku dê pareyên me bêne dan.”

Mexdurê ku Naxwaze Navê xwe bide anî ziman “Ji meha yek heta niha ez vî karî dikim. Min çi caran çi problem ne ditîn. Yên ku pareyên xwe nestandine hene, lê ev karekî bazirganî ye, di bazirganiyê de karên wisa jî tên serê mirovan. Di bazirganiyê de zerarkirin jî heye, niha karekî wisa hate serê Silêman beg jî, pêwîste em alikariya wî bikin, ji ber hin kesan pareyên gellek mezin di vî karî de qezenc kirine.”

Mexdûr Sedef Lale  dibêje “Bangeşeyek li dijî vê kargehê tê kirin. Bila kes bawer nake. Heyf e, mafê xelkî ye bila kes bangeşeyekê li ser vê mijarê neke. Gellek berhemên min li vir hene, ji destpêkê heta niha ez vî karî dikim lê ez rastî çi kêşeyan nehatime.”

Xwediyê kompanyayê Suleyman Kocabaş ku nayê zanîn li ku ye bersiva telefona nade li ser hisaba kompanyayê ya facebookê îddayan red dike û dibêje “Min bi zorê pare ji çi kesî nestnadine.”

Xwediyê Deterjan Pazariyê got Suleyman Kocabaş “Li dijî me provkasyonek tê kirin. Kesên ku pareyê wan li cem me pêwîst e baş bizanin eger ew jî li dijî me kareki bikin û Xwedê neke kompanya bê girtin ew êdî nikarin qet pareyê xwe bistînin.”

Piştî îddiayên ku Suleyman Kocabaş reviyaye û 40 hezar kes mexdur bûne belav bûn, hêzên asayîşa malî ya Enqerê li kargeh û ofîsên kompanyayê lêkolîn kirin û li gorî agahiyan polîsan dest daneye ser beşek dosyayên kompanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst