Li Îzmîrê 21 kes hatin destserkirin; HDPyî jî di nav de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiye 21 kesên ku di nav wan de endam û rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hebûn ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin destserkirin.

Roja Pêncşembê 11ê Tebaxa 2022an hejmarek kesên ku di nav wan de beşek ji endam û rêvebirên HDPê jî hebûn, xwestin li navenda avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê ji bo bîranîna endamê Partiya Marksîst Lenînîst Komînîst (MLKP) Ulaş Alankuş çalakiyekê bîranînê  pêkbînin ku 8ê Tîrmeha îsal di pevçûnekê de li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû.

Li gor zanyariyan, berî çalakiya bîranînê dest pê bike, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser avahiya ESPê de girtine û 21 kes desteser kirine ku di nav wan de hejmarek endam û rêvebirên HDPê jî hene.

Rêxistina HDPê ya Îzmîrê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û dibêje: “Polîsan di dema çalakiya bîranînê de bi ser avahiya ESPê de girtin. 21 kesên ku di nav de hevseroka rêxistina me ya bajar jî hebû, bi awayekî nehiqûqî hatin desteserkirin.”

HDPê bang li hikûmetê û hêzên ewlehiyê kiriye ku kesên desteserkirî demildest bên berdan.