Li Muglayê 4 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

12-08-2022
RÛDAW
Nîşan Mugla Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Muglayê yê  Tirkiye 4 kesên ku bi tohmeta qaçaxiya koçberan hatibûn  destserkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Hêzên ewlekariya Tirkiye duh 10ê Tebaxa 2022ê li navçeya SeydîKemer a Muglayê li daristanekê 89 koçberên neyasayî ligel 4 gumanbarên qaçaxiya koçberan desteserkiribûn.

Li gor zanyariyan îro 11ê Tebaxa 2022ê karûbarên yasayî yên wan gumanbaran li dadgehê temambûne û her 4 kes ji aliyê dadgehê ve bi tometa qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin.

Bi destpêkirina demsala havînê liv û tevgera koçberên neysayî li bajarên deryayî yên Tirkiye zêde bûye. Rojane hejmareke koçberên biyanî li wan bajaran tên destserkirin ku piraniya wan ji welatên Efxanîstan û Pakistanê ne û bi beleman hewl didin xwe bi rêya Deryaya Egeyê bigihînin welatên Ewropayê. Lê gelek caran belemên wan niqûmdibûn û hejmarek ji wan canê xwe jî ji dest didin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst