Erdogan: Helwesta me ya li hemberî Silêmaniyê dê neguhere

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku heta birêveberên Silêmaniyê mesafeyê nexin navbera xwe û PKKyê dê helwesta wan li hemberî Silêmaniyeyê neguhere.

Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya NATOyê bibe çûbû Washingtona Amerîkayê.

Di rêya vegerê de li balafirgehê Erdogan li ser rojeva navxwe ya Tirkiye û Rojhilata Navîn axivî.

Erdogan behsa ziyareta xwe ya Hewlêrê jî kir û da ragihand ku wî di serdana xwe Herêma Kurdistanê de li Hewlêrê gotiye, “heta Birêveberiya Silêmaniyê mesafayê nexe navbera xwe û PKK helwêsta wan a li hemberî Silêmaniyê de naguhere û dê dorpêçên asmanî yên li ser wê  berdewam bikin.”

Erdogan di berdewamiyê axaftina xwe jî de behsa naveroka ziyareta xwe ya Bexdayê jî kir û wiha got:

“Em aniha bandorên wê li  qadê dibînin. Piştî wê ziyaretê hevkariya hêzên me yên ewlehiyê û rêveberiya Hewlêrê cihê kêfxweşiyê ne.

Li Îraqê hem bi Wezarata Berevaniyê û hem jî bi rêxistinên îstixbaretî peywendiyên me yên baş hene.

Dema em çûn Hewlêrê me got, heta birêveberiya Sillêmaniyê mesafeyê nexe navbera xwe û PKKyê helwesta me ya li hember Silêmaniyê naguhere û dê dorpêça di qada asmanî de berdewam bike.’

 Me di her derfetê de ji wan re got, ‘eger li aliyê Silêmaniyê hûn hinek pêngavan biavêjin, em dê pozîsyona xwe binirxînin’ gog niha di qada wan de ye.”

Erdogan behsa asayîkirina pêwendiyên bi Sûriyeyê jî re kir û da zanîn ku wî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan erkdar kiriye.

Erdogan li ser rewşa Sûriyeyê banga piştgiriyê li Îran û Amerîkayê jî kir û axivî:

”Divê Amerîka û Îran ji van pêngavên erênî kêfxweş bibin û ji bo bidawîanîna bi dehan êşên ku pêk hatine piştgiriya vê proseyê bikin.

Ji bo ku Sûriye bi awayekî yekrêz û bi hev re siberojekê ava bike divê ti kes ji ew keşûhewayê ku çêdibe aciz nebe û ev yek bendewariya me ya sereke ye.”