Li Balikesîrê 4 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Balikesîr yê Tirkiyê 4 endam û rêvberên bajar û navçeyan yên Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) hatin destserkirin.

Li gor zanyariyan, duh Sêşemê 11ê Temûza 2023an hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li bajarê Balikesîrê û navçeyên wê di operasyonekê de 4 endam û rêveberên HDPê desteser kirine.

Di operasyonê de, Rêveberê Rêxistina Bajar ê HDPê Abdulhalîm Aksu, Hevserokê Rêxistina HDPê yê navçeya Edremîtê Emrah Îşler, Rêveberê navçeya Bandirma yê HDPê Baran Aşar û endamê HDPê Serdar Kocaman hatine destserkirine.

Endam û rêveberên HDPê ku sedema destserkirina wan nayê zanîn, bo Rêveberiya Ewlekariya Balikesîrê hatine veguhastin.

Hat ragihandin dema destserkirina wan bo 24 demjimêran hatiye dirêjkirin.

Di van demên demên dawî de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonên xwe li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi taybet li dijî  siyasetmedar û berpirsên HDPê zêde kirine û rojane hejmarek ji endam û rêveberên wê partiyê bi hincetên cuda tên desteserkirin.