Parlamenterekî CHPê: Li Wanê 4 dozger bazirganiya maddeyên hişber û bermayên dîrokî dikin

12-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Mêrsînê yê CHPê Alpay Antmen, dibêje li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 4 dozgeran dest bi kirîn û firotina maddeyên hişber û bermayên dîrokî kirine. 

Parlamenterê Mêrsînê yê CHPê Alpay Antmen li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Li gor îddîayan, li Wanê 4 dozgeran dest bi kirîn û firotina wan maddeyên hişber û bermayên dîrokî kirine ku tên girtin. Ev şebekeya ku dozgeran jî damezrandiye li ser giliya rêxistinên tawanan derketiye holê!

Alpay Antmen bi gotina “Li Netflixê eger wek mijar bo senarîstan binivîsî dê bibêjin, Hewqasî mezin meke, ma tiştekî wiha dibe?” matmayîna xwe ji van zanyariyan nîşan daye.

Wî parlamenterê CHPê navê wan dozgeran aşkere nekiriye ku bi kirîn û firotina maddeyên hişber û bermayên dîrokî hatine tometbarkirin.

Herwiha hêj ti daxuyaniyek ji aliyeke fermî di vê derbarê de nehatiye dan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van demên dawî de, bi taybetî li Bendera Mêrsînê behsa destdanîna ser bi sedan kilo heroîn tê kirin. Herwiha li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî medyaya Tirkiyê gelek caran belav dike ku polîsan dest danîne ser bi sedan kîlo maddeyên hişber.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst