Careke din behsa destpêkirina pêvajoyekê nû ya aştiyê tê kirin

Enqere (Rûdaw) - Piştî hilbijartinan li Tirkiye careke din behsa ji nû ve destpêkirina proseyeke nû ya aştiyê  tê kirin. Hinek şirovekarên nêzikî hikumetê îdia dikin ku dê di demeke nêz de proseyeke nû ya beyî HDP û PKKê dest pê bike û li şûna wan rêxistinên medenî weke muxateb bên girtin. Lê HDP jî dibeje proseyên beyî HDPê dê negehê encamê.

 

 Ji nû ve destpêkirina proseya çareseriya pirsa Kurd careke din di rojevê de ye. Hinek şirovekarên nêzikî hikumetê dibejin di sîsteme nû de hemû desthilatî ketiye destê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û ev yek jî destpêkirina proseya nû hesantir dike. Herwiha li gorî wan, wê di demeke nêz de proseyeke nû dest pê bike û dê ji vir şûn ve PKK û HDP weke muxeteb neyîn qebûlkirin.


Derbarê vê yekê de şirovakarê siyasî Hîlmî Daşdemîr ji Rûdawê re wiha got: “Teqez e ku pêwistî bi destpêbûna proseyeke nû heye. Ku divê rehabîlîtasyoneke civakî pêk were. Dê proseyeke ku bandora PKK û HDPê ji holê rake û însiyatifê zêdetir bide hêzên sivîl, dest pê bike. Dê ev prose ji aliyê MHPê ve jî were qebûlkirin.”


Li gorî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî pêdîvî bi destpêkirina proseyeke nû heye. HDPyî dibejin em li parlamentoyê îradeya gelê Kurd temsîl dikin.


Derbarê heman mijarê de Parlamenterê HDPê Omer Ocalan jî got: “Niha li Kurdistanê Kurdan temsîliyeta xwe nîşan daye. HDPê bi şeklekî xurt di parlamentoyê de ciyê xwe standinye. 67 parlamenter dê temsîliyeta vî gelî bikin. Di vî alî de em dibêjin mixatab dê HDP be. HDP jî di vî alî de wê ber xwe bide.”


Her çend di derbarê destpêkirina proseyeke nû de niqaş hene jî, di vî warî de ji aliyê rayadarên hikumeta Tirkiyê ve heta niha  daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.