Dadgehê ji ber Erdogan cezayê girtîgehê da Zuhal Olcay

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Cezayê Eslî ya 46emîn a Anadoluyê, bi hêceta ku hunermend Zuhal Olcay heqaret li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, biryara 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê jê re da.

 

Hunermend Zuhal Olcay di 15ê Tebaxa 2016ande li navçeya Kadikoy a Stenbolê di dema konsera xwe de wiha gotibû: “Recep Tayyip Erdogan hemû vala neî hemû derew in, roj dê were jiyan dê bidawî bibê tu dê bibêjî hemû xewn bû.”

 

Dadgeha Cezayê Eslî ya 46emîn a Anadoluyê ji ber van gotinên Olcay biryara 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da.

 

Îro pençsemê (12.07.2018) ÎDaîreya Cezayê 2yemîn a Dadgeha Dadê ya Herêma Stenbolê ew ceza erê kir.

 

Cezayê Olcay bi paş ve nehat xistin  û bi vê biyarê navborî ew dê bikeve girtîgehê.