Gerîlayê PKKê Egîd Zîlan biraziyê Hakan Fidan e? Serokkomariya Tirkiyê bersiv da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyê red kir ku  Gerîlayê PKKê Egîd Zîlan biraziyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan be red kir û tekez kir ku ti birayeziyekî Hakan Fîdan ê wekî Egîd Zîlan nîne.

Serokatiya Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyê, hejmara 76emîn a Bultena Dezenformasyonê weşand.

Di bultenê de bersiva  îdiaya "Gerîlayê PKKê Egîd Zîlan biraziyê Wezîrê Derve yê Hakan Fidan e" jî hatiye dayîn ku ew îdia li ser hesabên medyaya civakî hatiye belavkirin.

Di bultenê de ev îdia hatiye redkirin û tê de dibêje: “Ti biraziyekî Hakan Fidan ê wekî wî (Egîd Zîlan) nîne û divê rêz li manîpulasyonên rêxistinên terorê neyê girtin."

Gerîlayê PKKê yê bi nasnavê "Egîd Zîlan” beriya niha ji medyaya nêzîkî PKKê re axivîbû û îdia kiribû ku bapîrê wî û bavê Hakan Fidan birayê hev in û ew Fidan weke mamê xwe yê mezin nas dike.

Tê gotin ku Egîd Zîlan di sala 2015an de ji navçeya Erdîşê ya Wanê tevlî PKKê bûye.