Li Enqerê biryara desteserkirina 27 kesan hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” derbarê 27 kesan de biryara desteserkirinê da. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî ji bo desteserkirina 27 kesan li 8 parêzgehan dest bi operasyonê kirin.

Rêveberiya Ewlekariya Enqerê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de bi hinceta di nav saziyên darazê de li ser navê “Cemaeta Gulen” kar kirine, derbarê 27 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 6 ji wan kesan karmend in, 20 kes di sektorên taybet de kar dikin û kesekî jî dest ji kar berdaye.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Enqerê, di çarçoveya lêpirsînê de îro 12ê Hezîranê navenda wê Enqere li 8 parêzgehan operasyon dan destpêkirin.

Di operasyonê de heta niha nayê zanîn çend kes hatine desteserkirin.