Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li parêzgeha Osmaniye ya Tirkiyê û navçeyên wê rêxistinên xwe vedike.
Boruya Teşkîlatê ya HAK-PARê di daxuyaniyekê de ragihand ku dê di demeke herî nêz de birêxistinbûna wan li 42 parêzgehan temam dibe.
Ji bo şopandina karûbarên avakirina têşkîlata partiyê, Serokê nû yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û endamên Komîteya Rêveberiyê ya HAK-PARê îro çûn Osmaniyê û ji aliyê Mehmet Înce ve hatin pêşwazîkirin.
Şanda ku ji endamê Desteya Serokatiyê Arif Sevinç, endamê Meclisa Partiyê Şerîf Saydam û Serokê Şaxa HAK-PARê li parêzgeha Edenê Suleyman Kart pêk dihat, bi fermî rêxistina partiyê ya parêzgeha Osmaniyê, rêxistina partiyê li qezaya navendî, rêxistina partiyê ya li navçeya Kadirliyê û rêxistina partiyê ya li navçeya Toprakkaleyê vekirin.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û kesên pê re ku bi armanca rêxistinbûnê serdana Osmaniyê kiribûn, bi gelek welatiyên Kurd re hevdîtin pêk anîn.
Duzgun Kaplan diyar kir ku ew bi avakirina rêxistina HAK-PARê li Osmaniyê û navçeyên wê kêfxweş in û got: “Hem 9’emîn Kongreya Mezin a Asayî û hem jî Meclîsa Partiyê ya me temamkirina rêxistinê weke karekî sereke danî pêşiya me. Desteya Serokatiya me boruya rêxistinê ava kir. Vê nivîsgehê plansaziyek pir bi hûrgilî çêkir û karmendên me tayîn kirin. Dema me pir hindik heye.”
Kaplan herwiha diyar kir, “Em dixwazin dema xwe baş bi kar bînin û ji bo vê armancê derfetên xwe seferber bikin. Em bang li hemû endam û kadroyên xwe dikin ku tev li vê seferberiyê bibin û ji hemû dostên xwe yên welatparêz dixwazin ku piştgiriyê bidin me.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse