Yekîtiya Bankeyan: Li Tirkiyê 36.5 milyon kes deyndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê (TBB) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara welatiyên deynê wan ê şexsî yê krediyê heye gihiştiye 36.5 milyon kesan. Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê (TBB) amarên Nîsana sala 2022ê yên deynên krediyê eşkere kirin.

Li gor TBBê li Tirkiyê hejmara kesên deynê wan ê şexsî heye gehiştiye 36 milyon û 52 hezar kesan û ev jî sînorekî nû ye. Herwiha di nav sala dawî de deynên welatiyan ji 902.5 milyar lîreyan bo 1 trilyon û 137 milyaran zêde bûye. Di Nîsana 2021ê de hejmara kesên deyndar 34 milyon û 538 hezar bû lê ev hejmar di Adara 2022ê de gehiştiye 35 milyon û 873 kesan.

Her wiha berî Coronayê di Adara 2020ê de ev hejmar 32 milyon û 156 hezar bû. Li gor amarên TBBê welatiyan herî zêde krediya pêdeviyan bikar anîye ku hejmara wan di nav salekê de ji 28 milyon û 297 hezaran derketiye bo 28 milyon û 627 hezar kesan.

Ligel vê yekê ji Nîsana 2021 heta Nîsana 2022ê hejmara kesên krediya şexsî wergirtine ji 28.3 milyonan bo 30.8 milyonî zêde bûye. Ji ber bikaranîna kerta kredî ya şexsî bi giştî deyn ji 154.7 milyaran bo 241.6 milyaran zêde bûye.

Ev di demekê de ye li Tirkiyê daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî berdewam e û rojane bihayê pêdeviyên serekî yên jiyanê zêde dibe. Ligel zêdebûna rêjeya enflasyonê ku li gor amarên TUIKê yên herî dawî %73.5 e ji aliyê hikûmetê ve gaveke erênî nehatiya avêtin û dahata xelkê her wek xwe maye û roj bi roj feqîr dibin.