RAPIRSÎ - %72ê ciwanên Tirkiyê dixwazin Serokkomar bê guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Kompanya Şêwirmendî û Lêkolînê ya BUPARê, ji sedî 72ê ciwanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixwazin Serokkomarekî nû bê hilbijartin. Herwiha ji sedî 85ê wan ji polîtîkayên desthilatê yên derbarê koçberên Sûrî û Efxanî de nerazî ne û ji sedî 90 jî dibêjin divê koçber bo welatê wan bên vegerandin û mafê welatîbûnê bo wan neyê dayîn.

Kompanya Şêwirmedî û Lêkolînê ya BUPARê encamên rapirsiya xwe ya taybet bi nêrîna dengderên ciwan belav kir. Ew rapirsî ligel 2 hezar û 780 ciwanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên temenê wan di navbera 17-24 salî de hatiye kirin ku bo cara yekem di hilbijartinên giştî yên sala 2023ê de deng didin. Li gor rapirsiyê ji bilî kêmbûna rêjeya dendgêrên AK Partiyê di nav dengdêrên asayî de rêjeya dengên wê her diçe di nav ciwanan de jî kêm dibe.

Nîvê ciwanên beşdarî rapirsiyê bûne gotine ku dahata wan têra wan nake û ji sedî 30ê wan jî ragihandine ku ew bi alîkariya malbatên xwe derbara xwe dikin. Ji sedî 75ê ciwanan li beramber pirsa “Dê di sala 2022ê de aboriya we û welat çawa be?” gotine ku dê xirabtir bibe.

Ji ciwanên beşdarî rapirsiyê bûne hatiye pirsîn “Hûn xwe aram dibînin?” ji sedî 70ê wan bersiva na dane. Di rapirsiyê de ji sedî 77ê ciwanan gotine ku ew dixwazin li derveyî welat bixwînin û ji sedî 12ê wan gotine ew naxwazin li derveyî welat bixwînin.

Derbarê bûyerên Parka Geziyê de jî pirs ji ciwanan hatine kirin û ji sedî 40ê wan gotine xwepêşandanên Parka Gezî mafekî demokratîk bûye. Herwiha ji sedî 40ê wan jî gotine biryarên di Doza Parka Geziyê de hatine wergirtin biryarên  siyasî ne.

Ji sedî 65ê wan ciwanên ku dê di hilbijartinên bên yên Tirkiyê de cara yekem dengê xwe bidin, dibêjin ew dê dengê xwe bidin Tifaqa Millet (Partiyên opozîsyonê),  ji sedî 23ê wan gotine, dê dengên xwe bidin Tifaqa Cumhur (Partiyên desthilatê) û ji sedî 12ê wan jî dibêjin ew dê dengê xwe bidin partiyên din ên siyasî.

Ji ciwanan hatiye pirsîn “Hûn di hilbijartina yekem a Serokkomariyê de dixwazin Recep Tayip Erdogan careke din bê hilbijartin?, yan jî hûn dixwazin Serokkomarekî nû bê hilbijartin?” Ji sedî 72ê ciwanan gotine, ew ligel wê yekê ne ku serokkomarekî nû bê hilbijartin, lê ji sedî 20.5ê wan jî dibêjin bila Recep Tayîp Erdogan careke din bê hilbijartin û herwiha ji sedî 7.5ê wan jî bê biryar in.

Di heman rapirsiyê de derbarê polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî koçberan de jî pirs hatine kirin. Ji sedî 90ê ciwanan di wê baweriyê de ne ku divê koçber bo welatên wan bên vegerandin û dijî dayîna mafê welatîbûnê ya bo koçberan in. Ji sedî 90ê wan dijî dayîna mafê welatîbûnê ne bo wan kesên li Tirkiye xaniyan dikirin û bi vî awayî mafê welatîbûna Tirkiyê bidestdixin.

Ji ciwanan hatiye pirsîn “Hûn piştîvaniyê li polîtîkayên hikûmetê yên derbarê koçberên Sûrî û Efxanî de dikin? Ji sedî 9ê wan gotine ew piştîvaniyê dikin, lê li beramber vê yekê ji sedî 85ê wan jî dibêjin ew bi ti awayî piştîvaniyê li wan polîtêkayên desthilatê nakin.