Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derdora 2 milyon zarokên karker hene
Amed (Rûdaw) - Amarên zarokên karker yên sala 2019an ku ji aliyê Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) ve hatine belavkirin amaje pê dike ku li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 720 hezar zarokên karker hene. Li gorî pisporan hejmara rastî, zêdeyî 2 milyon zarokan e.
Îro Roja Dijî Karkirina Zarokan a Cîhanî ye. Di derbarê hejmara zarokên karker de amarên TUIKê yên herî dawî yê sala 2019an e ku li gor van amaran li tevahîya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 720 hezar zarokên karker hene ku beşek ji wan li sûk û kolanan beşek ji wan di pîşesaziyê de beşek ji wan di xizmetguzarîyê de beşek jî di cotkariyê de kar dikin lê pispor dibêjin ev reqem zedetirî 2 milyonan e.
Li bajarên Kurdan jî ji ber kêm derfetiyê û bêkariyê bi hezaran zarok di karên cûda cûda de dixebitin. Li Amedê jî di nav giştî nifûsa bajêr de rêjeya nifûsa zarokan ji sedi 38.8 e. Ev reqema zêde a zarokan,şerten giran yê aborîyê û qelebalixbûna nifûsê malbatan wisa dike ku bi hezaran zarok neçar dimînin û dixebitin û di temenê biçûk de metirsîya sûk kolanan dibînin.
Li gor reqemên Qaymeqamtîya navçeya Sûrê li sûkan hejmara zarokên ku av, benîşt, simît û tiştên din difroşin 2 hezar 436 in. Lê sazîyên zarokan dibêjin ev reqem zêdetirî 4 hezaran e ku hejmara zarokên ku li cotkariyê, li xizmetguzarîyê û li pîşesazîyê dixebitin jî tê de nîn in.
Elî zarokekî 14 salî ye divê ew li dibistanê bi waneyên xwe re mijûl baya lê wî di pola 8an de dev ji dibistanê berdaye û du sal in bi dest û hêstên zarokatiyê li navenda pîşesaziyeke Amedê di temîrxaneyek otomobîlan de di karek ku emrê wî ji wî karê re ne guncav e de dixebite.
Reqemeke teqez nîn e lê weke Elî bi sedan zarokên din jî ji sedemên cûda cûda li di karên bi vî rengî yên giran de ji zarokatîya xwe bêhayîdar kar dikin, ango barê giran yê hêjariyê li ser pişta wan e.
Zarokê Karker Elî Kilavûz got, “Ji bo piştevanîya malbata xwe ez têm dixebitim.Îşê sanayê îşek zor e.Gişt yax e,perçe ne,îşek giran e,ez nikarim jî lê ez mecbûr im.Ez nîvê qezenca xwe didim malbata xwe,nîvî jî didim xwarinê ji ber wî ji min re pir namîne.”
Li gor amarên fermî yên 2021an rêjeya nifûsa zarokan li Amedê ji sedî 38,8 e ango li amedê nifûsa zarokan zêdetîrî 700 hezaran e, bi vê rêjeyê Amed li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di warê nifûsa zarokan de piştî Riha, Şirnex, Agirî, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Êlih û Wanê di rêza 9emîn de ye. Ev rêjeya zêde ya zarokan li Amedê hejmara zarokên karker jî zêde dike.
Kebanî Aydan Kamer li ser bêkariyê û zarokên karker de anî ziman, “Dê û bav bêkar in. Bira naşixule, îş tune. Ji ber bêkarî û sefaletê gede jî diçe parsê dike. Çimkî ev xebat nîn e. Dilê xelkê bi wan dişewite loma ew jî pere didin. Heyfa sebîya nîn e? Meriv çawa wan dide xebitandin.”
Fêkîfiroş Hecî Felemez Karakoç jî got, “Meriv diçe ber kîjan çiraya kesk ên rêyan meriv dinêre ku avê difroşin, sîmîta difroşin.Yanî ev sûcê dewletê ye, ne sûcê kesekî din e. Heke dewlet li wan xwedî derketa vê xebatê nedikirin. Tu kes belasebeb zarokên xwe nade xebitandin. Dixwaze ew bixwînin.”
Saziya Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) ji 2019an vir ve amarên zarokên karker eşkere nekirine, li gor wan ji sedî 70.6ê wî zarokên kur, ji sedî 29.4ê wî jî zarokên keç bi giştî 720 hezar zarok di karên cûda cûda dixebitin lê pispor dibêjin ev hejmar ji 2 milyonan zêdetir e û zarok ji neçariyê bi xebatê re rûbirûyî gelek tiştên nebaş dibin.
Endamê Komîsyona Mafê Zarokan ê Baroya Amedê Omer Sansarkan behsa sedemên karkirina zarokan kir û got, “Sedemên ku zarok li kolanan dixebitin ev e. Sedemek aborî ye, sedemek koçberî ye ku ji gundan koç çêbûn ji gundan pir hatin bajêr. Yek sedem jî zêdebûna anîna zarokan e, a din jî bêperwerdebûn e.”
Di roja Roja Dijî Karkirina Zarokan a Cîhanî de jî li gor daneyên Rêxistina Kar ya Cîhanî û lêkolînên UNICEFê li giştî cîhanê 160 milyon zarokên karker hene ku ji vê hejmarê ji sedî 70ê wan ango 112 milyon zarok di karên cotkariyê de, ji sedî 20ê wan ango 31.4 miyon zarok di karê xizmetguzarîyê de, ji sedî 10ê wan ango 16.5 milyon zarok jî di pîşesazîyê de kar dikin.