Li Kirikkale bûyera trafîkê: 2 mirî, 27 birîndar

12-06-2019
RÛDAW
Minibûs, kamyon û barhilgirek lihev ketin
Minibûs, kamyon û barhilgirek lihev ketin
Nîşan Kirikkale Yahşihan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yahşihan ser bi bajarê Kirikkale yê Tirkiyê minibûs, kamyon û barhilgirek lihev ketin û di encam de 2 kesên nav minîbûsê canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

 

Bûyer, demjimêrên derange şevê li ser rêya Kirikkale-Enqerê qewimî. Li zîvroneka zanîngehan minibus, kamyon û barhilgirekê lihev dan.

 

Di bûyera trafîkê de şofêrê minîbûsê û kesekî li tenişta wî rûniştî canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

 

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar time tendirûstî, polis û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bo nexweşxaneyên navçeyê hatin veguhestin.

 

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Herwiha ji ber bûyerê heta demjimêrekê rêya Kirikkale-Enqerê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst