Li Tirkiyê ciyê 2200 dadwer û dozger tê guhertin

12-06-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li gor malpera fermî ya desteya bilind a dadwer û dozgeriyê li Tirkiyê (HSYK) wê di tevgera nû ji peywerin saziya dadwer û dozgeriyê yê demsala havînê de ciyê bi sedan karmendan bê guhertin.

Hat ragihandin ku hikûmeta Tirkiyê di bin navê tevgera nû ya HSYKê de, wê ciyê 2 hezar û 200 dadwer û dozgerî biguherte.

Herwiha ciyê wan dozger û dadwerên ku lêpirsîn derbarê kemyona ku tije çek û zexîre û diçû ji opozîsyona Sûriyê re vekiribûn jî hat guhertin.

Hikûmeta Tirkiyê piştî operasyona 17 kanûna 2013an ku cemaata Fethullah Gulen li dijî hikûmeta Tirkiyê li dar xistibû, ciyê bi hezaran karmendên ewlekarî, dadwer û dozgeran guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst