Li Stenbolê 2 zarokên biyanî di golê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê 2 zarokên biyanî di golê de xeniqîn.

Li gorî zanyariyan li Taxa Kayabaşiyê ya Başakşehîrê, îro beriya êvarî 3 zarokên biyanî ketin golekê ku dora wê hatibû girtin.

Piştî ku dengê hawara zarokan hat welatiyan, tîmên pêwendîdar agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan, tîmên rizgarkirina bin avê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê F.A. yê 7 salî û B.A. yê 10 salî bi awayekî mirî ji bin avê derxist û wan zarokekî din jî veguhast nexweşxaneyê.