Roj Gîrasun: Piştgiriya ji bo Demîrtaş ji ya DEM Partiyê zêdetir e

12-05-2024
RÛDAW
Rêvebirê Giştî yê Rawestê Roj Gîrasun bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk da
Rêvebirê Giştî yê Rawestê Roj Gîrasun bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk da
Nîşan Roj Gîrasun DEM Partî Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Rawestê, piştî hilbijartinên 31ê Adarê li ser helwestên dengdêrên Kurd lêkolînek belav kir.

Lêkolîna bi navê “Pirsgirêka Kurd, Siyaseta Kurd û Demîrtaş” Gulana 2024an hat belavkirin.

Li gorî lêkolînê beşeke girîng a beşdarên rapirsiyê hevserokê berê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, wekî “Yekem lîderê sivîl ê Kurdan” pênase dikin.

Rêvebirê Giştî yê Rawestê Roj Gîrasun bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk da.

Roj Gîrasin diyar kir ku wan di encama lêkolînan de dîtiye ku van salên dawî di meylên siyasî û civakî yên Kurdan de guherîn çêbûne.

Li gorî gotina Roj Gîrasun kesên ku xwe wekî neteweperwerên Kurd didin nasîn her ku diçe zêde dibin.

Roj Gîrasun da zanîn ku gelek dengdêr Selahattîn Demîrtaş wekî “rêberê siyasî yê Kurdan” qebûl dikin û wiha got:

“Me di destpêkê de eleqeya li hemberî Demîrtaş wekî meyleka demkî dinirxand.

‘Demîrtaş dê bimîne’

Lê me dît ku ne wisa ye. Li gorî encamên lêkolînê êdî Demîrtaş tenê bi populerbûna xwe dernakeve.

Ew niha wekî karakterekî, rêberekî derdikeve pêş û dê di siyasetê de bimîne.

Berê jî me digot 'li metropolên Tirkiyeyê dengderên Kurd wekî meylekê dengê xwe didin mixalefetê.

Me digot, 'ev taktîk e' lê belê, em fêm dikin ku hilbijartina van dengderan herdemî bûye. Ew êdî nêzîkî mixalefetê ne.

Rewşeke din jî wekî hûn jî dizanin, ev “Tirkiyeyîbûn” pir dihat nîqaşkirin.

Dengderên DEM Partiyê li hemberî vê yekê li ber xwe dida.

‘Kurd êdî ji Tirkiyeyîbûnê aciz nabin’

Lê niha em dibînin ku piştî nîqaşên nêzîkî 10 salan êdî ev yek wekî xwestek derketiye holê.

Kurd ji vê yekê aciz nabin, an nerehetiyek wan a biçûk heye.

Kurd dixwazin bi awayekî vekirî Kurdayetî û nasnameya xwe biparêzin û di nav Tirkiyeyê de jî dixwazin nasnameya xwe xurt bikin.

Ji ber vê sedemê jî li hemberî Tirkiyeyîbûnê bertekeke tund nîşan nadin.

‘Kurd ji nasnameya xwe dûr neketine’

Lê ev nayê wê wateyê ku Kurd ji nasnameya xwe dûr dikevin. Bi rastî di van 4-5 salên dawî de meyleke bi vî rengî heye.

Kesên ku xwe wekî neteweperwerên Kurd didin nasîn her ku diçe zêde dibin.

Lê şeklê vê neteweperweriya Kurd jî diguhere.”

“Piştgiriya Demîrtaş ji ya DEM Partiyê zêdetir e”

Di berdewamiyê jî de Roj Gîrasun da zanîn ku di encama lêkolînan de derketiye holê ku piştgiriya dengderan a ji Demîrtaş re ji ya DEM Partiyê zêdetir e û wiha got:

“Dema em li siyasetmedarên ku ji nava Kurdan derketine dinêrin, em dibînin ku ji qada siyasî derneketine.

Yanî bi awayekî demokratîk derneketine holê. Kesên ku di serhildan û pevçûnan de cih girtin hebûn.

Demîrtaş rasterast ji qada siyasetê de derket. Ji salên 90î vir ve gelek aktorên siyasî yên Kurdî derketine holê.

Em dikarin gelek navan rêz bikin lê ev cara yekem e ku rêberek derdikeve pêş.

Ev cudahiya Selahattîn Demîrtaş e û ev yek tê.”

“Kurd dixwazin xwe bi alternatîf û amûrên nû bidin naskirin”

Roj Gîrasun li ser piştgiriya girseyî û alîgiriya Kurdan a ji bo Amedsporê jî wiha got:

“Amedspor dê di siyaseta Kurd de bibe diyardeyeke nû.

Kurd dixwazin xwe bi alternatîf û amûrên nû bidin naskirin.

Berê Kurdan xwe tenê di qada siyasî de nîşan dida, niha jî siyaset di şeklê Amedsporê de xwe nîşan dide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst