Li Enqerê ji ber barana gur rê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enqerê ya Tirkiyê ji ber barana zêde li ser rê av kom bû û di encamê de çûnûhatina ser wê rêyê hatiye girtin.

Li gor agahiyan roja Înê 12ê Gulana 2023an li parêzgeha Enqerê rêya Eskişehirê ji ber barana zêde yek alî ji çûnûhatinê re hat girtin.

Bi destpêkirina baranê re otomobîlên li ser rê di nav avê de mane û makîneyên kar ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê kar û xebat dane destpêkirin ku wan otomobîlan jê derbixin.

Ji ber wê kar û xebata şaredariyê çûnûhatina giştî zehmet bûye û welatî hatine hişyarkirin ku dijî rewşê tedbîrên pêwîst werbigrin.

Heman rojê li parêzgehên Xarpêt û Sêwasê yên Bakurê Kurdistanê jî baranek zêde bariyaye û ji ber egera lehiyê hişyarî hatiye dayîn.