Berbijêrê HAKPARê yê Stenbolê: HAKPAR dê bibe alternatîfeke siyaseta Kurdî
Stenbol (Rûdaw) – Berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) yê Stenbolê Zana Sezen ji Rûdawê re got, “Ez bawer dikim ku em ê dengên li dijî polîtîkayên hikûmetê û polîtîkayên Partiya Çepên Kesk bistînin. Partiya me dê di asta demokratîk û yasayî de bibe partiyeke Kurdan a alternatîf.”
Berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) yê Stenbolê Zana Sezen bû mêvanê bultena Rûdawê ya ji aliyê Hêvîdar Zana hate pêşkeşkirin.
Zana Sezen li ser hilbijartinên 14ê Gulanê axivî û li ser pirsa derengketina tifaqa HAKPARê got, “Hevkarên me yên tifaqê hinekî dereng bersiv dan. Her wiha dema ku me dixwest em encûmena xwe bicivînin, wê demê erdhej çêbû. Li tevahiya Tirkiyê alozî çêbû. Ji ber vê yekê hinekî dereng ket lê helwesteke baş derket pêş. Ji bo me baş bû ku em bi partiyên Kurdistanî re di çarçoveya 'peymana neteweyî' de hatin cem hev.”
Sezen got, “Tirkiye 100 sal in li ser înkara Kurdan hatiye avakirin. 100 sal in kurd tên înkarkirin, bê nasname ne, zimanê wan tê tunekirin. Zimanê wan lawaz dibe û tu statuyeke wan nîne. Hebûna wan nehat qebûlkirin.”
“Kurd weke depoyên dengan tên dîtin”
Zana Sezen anî ziman, “Mesele ne ya tifaqan nîne. Pirsgirêka sereke ya Kurdan statu ye, rêveberiya herêmekê ye. Em weke partî dixwazin bi hişmendiyeke neteweyî aîdiyeta Kurdan a ber bi Stenbol û Enqereyê vegerînin. Li Tirkiyê 18 milyon Kurd hene. Ev 18 milyon Kurd dengên xwe didin partiyên ku ji wan re statûyê naxwazin. Kurd weke depoyên dengan tên dîtin.
Me di bernameya xwe de cih da statuya Kurdan. Ji ber vê yekê li dijî me doz hat vekirin û em di dozê de bi ser ketin. Em di vî warî de ji partiyên din cuda ne. Statuya ku ew behsê dikin, bi awayekî eşkere û zelal nehatiye vegotin. Dibêjin federasyon tê nîqaşkirin, em nîqaş nakin, dixwazin.”
“Divê hebûna Kurdan di Destûrê de cih bigire”
Zana Sezen li ser ferqa daxwaza wan a federasyonê ji partiyên din got, “HUDA-PAR dibêje federasyon tê nîqaşkirin. Em nabêjin em nîqaş dikin. Em dibêjin em dixwazin. Em dibêjin bila hebûna Kurdan di Destûrê de cih bigire. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Em dibêjin dema hikûmeteke din were bila ranebe û wê Destûrê neguhere.
Meyla xelkê gelekî li ser me heye. Ji hikûmetê jî ji partiyên din ên ku Kurd di nav de ne jî, yên bi navê Kurdan dengan distînin û ji bo Kurdan daxwazeke wan a statuyê nebûye jî gel nerazîbûna xwe nîşan dide. Li hemberî namzetên wekî Sezaî Temellî, Hasan Cemal, Ertugrul Kurkçu jî nerazîbûn hene. Li hemberî kesên ku Pirsa Kurd weke pirsgirêka demokrasiyê didin nasîn jî nerazîbûn hene.
Ez dibêjim gelek dengên ku ji zilma hikûmetê û siyaseta YSPê jî nerazî ne wê bi aliyê me ve bên.”
“HAKPAR dê bibe alternatîfeke siyaseta Kurdî”
Zana Sezen li ser pirsa dê çend dengan werbigirin jî got, “Partî (HAKPAR) di qada demokratîk û legal de dê bibe alternatîfeke siyaseta Kurdî.”
“Heger em 110 hezaran derbas bikin ji bo me serkeftin e”
Zana Sezen got, “Me di hilbijartina dawî de 110 hezar deng wergirtibûn. Dê ji bo me serkeftinek be ku em bigihêjin ser 110 hezar û heta milyonek deng. Heger em 110 hezaran derbas bikin ji bo me serkeftin e.
Em girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê da ku ji bo Kurdan navnîşaneke neteweyî çêbibe. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî yên şaredariyan hene. Em dixwazin di navbera 10-20 şaredariyan werbigirin û xizmeta gelê xwe bikin.”