Mijara sereke ya Hevpeymaniya Cumhur a mîtîngan metirsiya parçebûna Tirkiyê ye

12-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Mijara sereke ya Hevpeymaniya Cumhur a mîtîngan metirsiya parçebûna Tirkiyê ye
Mijara sereke ya Hevpeymaniya Cumhur a mîtîngan metirsiya parçebûna Tirkiyê ye
Nîşan Hevpeymaniya Cumhur Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji mijarên sereke yên Hevpeymaniya Cumhur ku di mitingên hilbijartinên de gelek behs li ser dikin, mijara metirsiya parçebûna Tirkiyê ne.

Li bajarê Konyayê ya Tirkiyê manoreya Teyrê Anatolyayê ya 2023an bi beşdariya Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja Pêncşemê 11ê Gulanê birêve çû û ligel hêzên asmanî yê welatê xwe civiya.

Di rojeva Akar de pêşketinên hêzên asmanî yên Tirkiyê hebûn û di çarçoveya hilbijartinên 14ê Gulanê de behsa wê yekê kir ku bi serokatiya Erdogan di asta navdewletî de bûne hêzeke diyarker.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar got, “Armanca me ne şer û êrîşkirine. Em dixwazin welat û milletê xwe biparêzin. Mijara pîşesaziya berevaniya welatê me ne mijareke hilbijartinan e, ji bo me mijareke neteweyî ye. Di van 20 salên dawî de ku me kar kiriye gavên gelekî baş hatine avêtin û dê berdewam bin.”

Heman rojê li parêzgeha Stenbolê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li navenda Komeleya Karsazan ya Şêrên Anatolyayê li ser kar û xebatên li Tirkiyê kirine axivî.

Soylu behsa wan serkeftinên leşkerî yên desthilata partiya xwe kir ku 20 salin li Bakurê Kurdistanê kirine.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu anî ziman, “Geliyê Tuşimiya cihekî wiha bû ku 40 salin serweriya terorê hebû. Ez piştî operasyonê çûm wê derê. Êdî me paqij kiribû. Min destê xwe avêt erdê 6 hezar û 500 kîlo kalorî komir derket. Li ser erdê, ne di bin erdê de. Hemû çiyayên Hekkariyê bi çînkoyê pêçayîne.”

Hevseroka HDPê Pervin Buldan li parêzgeha Mersinê ya Tirkiyê di mitînga Partiya Çepên Kesk de amaje bi wê yekê da ku desthilata AKP û MHPê bi mijara ku metirsî li ser yekparebûna Tirkiyê heye gefê li welatiyan dixwin, lê ya rastî bi çûna Erdogan dê bihar bê vî welatî.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan got, “Li vî welatî dê bihar bi serkeftina mezin ya Çepên Kesk ya di 14ê Gulanê de bê. Ji bo wê jî divê em di van rojên dawî de jî li ser karê xwe berdewam bin. Em dê bikevin her malekê û ala Çepên Kesk li her derê bilind bikin.”

Ji 2 rojan kêmtir maye ji hilbijartinên 14ê Gulanê re û mitingên aliyên siyasî zêde bûne. Mijara sereke ya Hevpeymaniya Cumhur gefên derve yên li ser Tirkiyê ne û bi vê yekê propagandeyê dike ku desthilata Hevpeymaniya Millet metirsiyeke mezin e bo vî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst