Soylu: Em dê operasyonên li bakurê Sûriyê berdewam bikin

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu ‌Hilbijartin 2023 Rojavayê Kurdistanê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, eger piştî 14ê Gulanê careke din bêne ser desthilatê dê operasyonên li Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam bikin.

Suleyman Soylu, şeva Pêncşemê 11ê Gulanê li navçeya Beylikduzuyê ser bi parêzgeha Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana kasibkarên fêkîfroş kir.

Soylu dibêje, roja Yekşemê di hilbijartinê de bi serdikevin û Kemal Kiliçdaroglu û Amerîka nikarin careke din devê xwe vekin.

Suleyman Soylu got “Li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê li dijî wan baregehên terorê ku dixwazin dewleta terorê ava bikin, me 5 operasyonên leşkerî kirin. Pence-Kilîd, Çiqla Zeytûnê, Kaniya Aştiyê û Mertala Kaniyê û ligel van bi Mertala Firatê we hedê wan nîşan da. Em niha li vê derê tiştekî din ji we re dibêjin, di rojên pêş de dê Xwedê bike nesîb û li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê bi qasî serê derziyê jî hêlîna terorê nemîne. Em ê hemûyan paqij bikin. Ew generalên Amerîkî ku diçin şîna terorîstên em li bakurê Sûriyê û li bakurê Iraqê ji nav dibin hene. Ez li vê derê li hember we hemûyan dibêjin, hûn ji şahid bin, piştî 14ê Gulanê ku Tayyip Erdogan wek desthilat bê hilbijartin eger em wan generalên Amerîkî bi girî û hawar neşînin şînên zêde em nemerd in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst