Li Edenê li ser hev du erdhej

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Edene Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Saimbeyli ya ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê ve roja îro bi hêza 4.5 û bi hêza 4.3 pile du erdhej çêbûn.

Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, roja 12ê Gulana 2023ê erdhejek li navçeya Saimbeyli ser bi parêzgeha Edenê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej demjimêr 11:33 bi hêza 4.5 pileyê rîxter çêbûye. Kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Herwiha li Saimbeyliyê piştî erdheja yekem bi 3 deqîqeyan demjimêr 11:36 erdhejek bi hêza 4.3 pile çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst