Vekişîna Muharrem Înce ya ji berbijêriya serokkomariyê karvedan li pey xwe anîn

12-05-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Muharem Înce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji berbijêriya serokkomariya Tirkiyê vekişand. Li gorî ku ew dibêje, yek ji sedemên vekişîna wî ew e ku endamên FETO, wêneyê serê wî li hinek vîdeoyan dane ku ji bo wî gelek xirab in û kesî dengê xwe nekiriye. Vekişîna Înce di nava Tirkiye de karvedan li pey xwe anîn, nerazîbûna yekem a li dijî vekişîna Muharrem Înce ji Kemal Kiliîdaroglu hat.

Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê re tenê sê roja mane, berbijêrê serokkomariyê û Serokê Partiya Memleket, ji berbijêriya serokkomariyê vekişiya. Li gor wî, zexteke zêde li ser wî ye û derfet nayê dayîn ku bangeşeyê bike.

Berbijêrê Serokkamariya Tirkiyê û Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce anî ziman, “Tiştên ku min di 45 rojan de dît, min di jiyana xwe ya siyasî ya 45 salan de nedît. Belge, dekont û dîmenên sexte. Dîmenan ji malperek porno ya Îsraîlî werdigirin û wêneyê serê min lê dixin û li ser sosyal medyayê belav dikin. Endamên FETOyê vî karî dikin. Lê mixabin li Tirkiyê bi hinceta opozîsyon in, hinek kes jî bawer dikin û parve dikin. Ne polîs, ne dozger li ser vê yekê lêkolînê nakin. Tu rojnamevanek û medya jî vêya nanivîsîne. Kesek napirse, hêzên ewlekariyê li ku ne? 45 roj in ev vîdeoyên derew têne weşandin û ti rêkarek nehatiye girtin.”

Nerazîbûna yekem a li dijî vekişîna Muharrem Înce ji berbijêriyê ji Kemal Kiliîdaroglu hat, ku bi xwe jî berbijêrê serokkomariyê ye. Daxwaz ji Înce kir, bikeve bin banê Hevpeymaniya Millet û xebatên xwe berdewam bike.

Berbijêrê serokkomariyê û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Banga min heta niha berdewam dike. Êdî em nakokî û xeyidandinên berê bidin aliyekî. Em li bendê ne ku birêz Înce were ser sifreya Tirkiyê. Ji kerema xwe re bila were.”

Serokkomarê niha yê Tirkiyeyê û berbijêrê heman postê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan behsa sedema vekişîna Muharrem Înce dike û tekez dike ku bi salane li dijî wî û hikûmeta wî komplo têne kirin, lê paş de gav neavêtiye û bi ser ketiye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Yek ji berbijêran ji berbijêriyê vekişiya. Em nizanin ji ber çi ji berbijêriyê vekişiya, lê ya rast ez xemgîn bûm. Xwezî vê pêşbaziyê heta dawiyê berdewam bikira. Ji ber çi biryara vekişînê da? Nizanim, em dê bi kesên din re pêşbazîyê berdewam bikin. Ya girîng ew e ku xelkê min biryarê bide. Ji sala 2013an heta 2016an, ji dek û dolabên Geziyê heta derbeya leşkerî em bi êrîşên bi vî awayî re rû bi rû man, lê em bi gelê xwe re bûne yek û bi serketin.”

Her çiqas berbijêriya Muharrem Înce bo serokkomariyê, nerazîbûna beşek aliyên siyasî yên opozîsyonê, kesayetî, rêxistinên civaka sivîl û heta Kurdan hat û wî bi wê yekê tohmetbar kirin, ku di berjewendiya Erdogan de dengan parçe dike, lê ew berdewam li dijî wê nêrînê bû û bi israr bû ku bibe berbijêr û îdia dikir, ku di gera duyem a hilbijartinê de li hember Erdogan bi ser dikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst