Hevpeymaniya Millet bi mijara ewlehiya hilbijartinê civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên 6 partiyên Hevpeymaniya Millet, roja Pêncşemê 11ê Gulanê demjimêr 22:00 li navenda CHPê civiyan. Naveroka civînê ewlehiya hilbijartinê bû.

Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê DEVAyê Ali Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal, şeva Pêncşemê bi mazûvaniya Kiliçdaroglu li navenda CHPê civiyan.

Civîn piştî vekişandina Muharrem Înce ji berbijêriya serokkomariyê hat kirin û nêzîkî du demjimêran berdewam kir.

Hevpeymaniya Millet, piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Di civînê de ewlehiya hilbijartinê hat gotûbêjkirin.”

Di daxuyaniyê de hat nivîsandin: “Hevpeymaniya Millet ji bo 192 hezar û 229 sindoqan bi 561 hezar û 977 erkdar û xwebexşan amade ye. Herwiha parêzerên xwebexş dê li her xalên dengdanê amade bin. Ti sindoqek vala nayê hiştin. Hêviya me ew e, 64 milyon û 114 hezar ûû341 dengdêrên ku mafê wan ê dengdanê heye, bê kêmasî sûdê bigihînin demokrasiyê.”