Wezîrê Tenduristiyê amarên bûyerên trafîkê yên cejnê belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê ragihand di bûyerên trafîkê yên betlaneya Cejna Remezanê de 13 hezar û 192 kes birîndar bûne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 9 roj betlaneya fermî ji bo Cejna Remezanê hat ragihandin.

Piraniya welatiyan ji bo ku cejnê bi xizmên xwe yên li bajarên din re derbas bikin ketin ser rêyan û beşek ji wan di rê de bi otomobîlên xwe qeza kirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca beşek ji amarên derbarê ew kesên ku di wan qeza û bûyerên trafîkê de birîndar bûne belav kirin.

Koca ragihand ku di betlaneya cejnê de ji bo telefona 112 a hawarçûna tîmên tenduristiyê 10 hezar û 456 agahdarkirinên bûyerên trafîkê hatine û bi giştî di wan bûyeran de 13 hezar û 192 kes birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca got:

“Ji bo birîndaran xizmeta dermankirina destpêkê li cihê bûyeran hatiye dayîn û ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Hejmara bûyerên trafîkê gelekî zêde ne û encam cihê xemgîniyê ye.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê bangî şofêran jî kir ku ji bo silametiya canê xwe û xizmên xwe pabendî tedbîrên trafîkê bibin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî danê sibehê ragihandibû ku di 6 rojên betlaneya cejnê de 3 hezar û 706 bûyerên trafîkê çêbûne û 48 kesan canê xwe ji dest daye.