Bûyera li Çanakkaleyê; Rûdawê dîmenên dema cendirme midaxle dikin bidest xist

12-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyê di şerê navbera malbatên Cabir û Ozenç de bi kêran Enver Ozenç jiyana xwe ji dest da û Suleyman Cabir jî birîndar bû. Suleyman Cabir ê Kurd ku bi birîndarî çûbû malê, di encama mudaxeleya cendirmeyan de jiyana xwe ji dest da û herwiha ji malbata wî 3 kes hatin girtin.

Duh li Çanakkaleyê di navbera malbata Kurd Cabir ên eslê xwe ji Wanê û malbata Ozenç ên xelkê Çanakaleyê ne de pevçûn derket. Di dema pevçûnê de Enver Ozenç jiyana xwe ji dest da. Herwiha Suleyman Cabir ê ku bi derbên kêra birîndar bibû, bi guleya cendirmeyên piştî şerê di navbera herdu malbatan de, ji bo jêkvekirinê çûnê gund jiyana xwe ji dest dide.

Rûdawê dîmenên dema cendirme midaxle dikin bidest xist.

Di dîmenan de tê bihîstin ku Silêman Cabir bi birîndarî li erdê dirêj e û kurê wî gazî karmendên tendirustiyê dike û dibêje, "Hûn dibînin, bavê min gulebaran kirine."

 

Ji aliyê din ve Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk çû cem wê malbata Kurd a li Çanakkaleyê û di derbarê sedemên wê bûyerê de li gel wê malbatê axivî.

Rawîn Stêrk diyar kir ku şerê di navbera herdu malbatan de ne ji ber sedemeke nijadî ye û pirsgirêka çêrandina zeviyan çandiniyê di navbera herdu malbatan de hebûye û bûyer li ser wê yekê mezin bûye.

Stêrk da zanîn ku 3 kurên Suleyaman Cabir hatin girtin û got ku di heman demê de leşkerê ku Suleyman Cabir kuştiye jî hatiye desteserkirin.

Hevjîna Suleyman Cabir jî ji Rûdawê re got: “Berî niha pezên cîranên me ketibûn nav zeviya me û zarokên me jî çûbûn ji muxtare gotibû bila pezê wan nekevin nav zeviya me. Wê demê kurê me bi kêran birîndar kirin. Duh Duşemê dîsa pez ketibûn nav zeviyê û hevjînê min çû. Paşê hat min dît ku birîndar e, got ku em li hev ketin. Min got keça xwe li ambulansê bigere bila ew bin û paşê em li cendirmeyan jî geriyan da ku bên navbeynkariyê bikin û bûyer mezin nebe. Lê cendirme hatin, di navbera wan û zarokên me de pevçûn derket. Sê leşkeran Yavuz bi erdê re dirêj kiribûn û lêdixistin û Yucel jî hat ji wan re got ku hûn çima li birayê min didin. Wan kelemçê xistin destê Yucel jî û paşê Silêma destê xwe afêt çekê û di wê demê de cendirmeyekî jî gulê lêda.”

Hevjîna Suleyman Cabir herwiha da zanîn ku du kurên wê yên hatine girtin birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst