Li Enqerê di avahiyeke 7 qatî de teqîn çêbû

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Enqere Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqere ya paytexta Tirkiyê di avahiyeke 7 qatî de teqînek çêbû û di encam de kesek birîndar bû.

Li gor agahiyan, îro 12ê Nîsanê li sîteya Bariş Sînan a li Taxa Kentkoop a Enqerê di qata sêyem a avahiyeke 7 qatî de ji ber sedemek nediyar teqînek çêbûye.

Li ser agahdarkirinê, polîs, tîmên berevaniya sivîl û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Ji ber hêza teqînê dîwarê di navbera wê malê û mala li kêleka wê de herifiye û her wiha otomobîlên li ber avahiyê hatibûne parkkirin jî zerer dîtine.

Kesê di teqînê de birîndar bû, bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Heta niha bi fermî sedema teqînê nehatiye ragihandin, lê egera wê yekê zêde ye ku ji ber gaza malan be.

 

Avahiya li Enqerê ku teqîn lê çêbûye. Wêne: AA

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst