24emîn rûniştina Doza Kobaniyê îro destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) - 24emîn rûniştina doza bûyerên Kobaniyê îro 12ê Nîsanê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê destpê kir. Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.
Selahattin Demirtaş di dema parastina xwe de got: “Serokkomar Erdogan zextê li darazê dike. Siyasetmedarekî bêserûber ku rasterast li endamên Dadgeha Destûrê bigere, dê çi bîne serê 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê.”
Demirtaş bal kişande ser Twittên ku Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun derbarê wî de parve kirine û got: “Serokê Ragihandinê jî balê dikşîne ser hilbijartinan û me wek `kujer`, `tawanbar û terorist` pênase dike. Ev kes karmendekî hikûmî ye, ku %95ê mdeyayê kontrol dike. Wek Serokê Ragihandinê van Twittan parve dike.”
Demirtaş ji şanda dadgehê re got: “Her çiqas hûn wek dadwer tevdigerin lê rewşeke siyasî heye ku pêvajo û armanca vê darazê diyar dike. Hûn jî wek ku dibêjin, me ev tişt nebihîstin û bandor li me nekir, fermanên Tayyip Erdogan cîbicîh dikin. Min sibeha roja erdhejê yekem car ji we daxwaza berdanê kir. Hûn dizanin em narevin jî. Canên me di bin erdhejê de bûn, lê we tenezul nekir biryarê bidin. Li hember me mirovên hiqûqê, dev ji wê jî berde şandeke ku xwedî hesasiyetên mirovî ye nîne.”
Demirtaş got: “Em biryara we ya ku hûn wek komîsyona AKPê ya hilbijartinê bidin nas nakin. Ev ne dadgehek e û hûn jî ne dadger in. Li xwe kirina cibeyê rewşê naguhere. Hesabekî me yê em bidin şanda AKPê ya siyasî nîne. Dê hesab 14ê Gulanê di sindoqê de bê dîtin. Ev xebateke siyasî ye. Encamên sindoqan çi bin dê herkes qebûl bike. Em ê jî qebûl bikin û ew kesên biryara vê xefikê dane jî dê qebûl bikin. We dijî me tawanên mezin kirin. Ji bo gelê xwe ne tenê 6 sal û nîvan em dê 6 milyon sal û nîvan jî rakevin, lê em dê hesabê vê yekê bipirsin. Dinya ji Siltan Silêman re nema ji Erdogan re jî namîne. We me li vê derê girt û welat ber bi karesatekê ve herikand. We dîktatorî ava kir. Kîloyek pîvaz bû 30 lîre û we ev nedît. We kirin hevbeş û xelk şerpeze kirin.”
Bûyerên Kobanî
Bûyerên Kobaniyê ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de çêbûn, wek hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan.
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes jî hatin desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gihiştibû hezar û 113 avahiyan jî.