Erdogan: Keştiya TCG Anadolu pêgeha Tirkiyê bihêztir dike

Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîn keştiya firokehilgir a Tirkiyê ya bi navê TCG Anadolu radestî artêşa wî welatî hat kirin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di merasîma radestkirina keştiyê de behsa giringiya wê keştiyê kir û diyar kir, keştiya TCG pêgeha Tirkiyê bihêztir dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel Dewlet Bahçelî, Fatîh Erbakan, Hulusî Akar û hejmarek berpirsên din di merasîma radestkirina wê keştiya firokehilgir de amade bûn.

Merasîm li navçeya Tuzla ya Stanbolê hat kirin.

Erdogan derbarê giringiya çêkirina keştiya firokehilgir de got, Tirkiye bûye yek ji wan 10 welatên ku bi xwe dîzayna keştiyan dike.

Erdogan dibêje: “Piştî 7 salan, keştiya TCG Anadolu dikeve xizmetê. Em kêfxweşin û hest bi şanaziyê dikin. Ev keştî wek semboleke 100 saliya Tirkiyê ye; welatê me li navçeyê dike pêşeng û wiha dike li cîhanê xwediyê gotinê be û pêgeha wê bihêz be.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê jî di gotara xwe de ragihand ku niha %80ê berhemên pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyê navxweyî ne.

Hulusê Akar got: “Di demekê de ku berê me çekên hêzên piyade jî ji derve hawirde dikirin, niha çekên piyade, roket, dironên çavdêriyê, dironên şer, helîkopter û keştiyên şer û mûşekên zîrek dîzayn dikîn û çêdikîn, heta gihiştiye asta hinardekirinê jî.”

Dirêjiya keştiya TCG Anadolu 231 metre ye. Pehnayîya wê 32 metre û bilindahî jî 58 metre ye. Giraniya keştiyê jî 27 hezar û 400 ton e. Leza wê 38 kîlometre di demjimêrekê de.

Li ser rûyê wê keştiya firokehilgir, şeş rûtextên firîn û danînê hene. Herwiha cihê hezar û 223 serbazan tê de heye. Beşê wê yê nexweşxaneyê heye ku dû holên neştergeriyê li xwe digre. Hêza wê ya hilgirtina 94 tank, zirxpoş û otomobîlên serbazî heye.

Serokê Kompanya Teknolojiya Bayraktar Selçuk Bayraktar dibêje, di salên 2024 û 2025an de dironên Bayraktar û Kizilelma li ser keştiyê dest bi firîn û danînê dikin.

Di Nîsana 2016an de dest bi çêkirina Keştiya TCG Anadolu hatiye kirin û vê hefteyê radestî artêşa Tirkiyê hat kirin.