ISIG: Meha Adarê 130 karkeran canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Meclîsa Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG), sala 2023an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane herî kêm 5 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane. Di meha Adarê de jî 130 karkeran canê xwe ji dest dane.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) rapora Adara sala 2023an a derbarê wan karkeran de ku li ser kar canê xwe ji dest dane eşkere kir. Li gor raporê, meha Adarê 3 jê zarok, 3 jin û 8 penaber bi giştî 130 karkeran canê xwe ji dest dane. Di 3 mehên destpêkê yên sala 2023an de 37 jin, 5 zarok û 24 penaber herî kêm 463 karkeran canê xwe ji dest dane.

Li gor ISIGê di 3 mehên destpêkê yên sala 2023an de herî zêde bi mirina 72 karkeran sektora avahîsaziyê di rêza yekem û bi 69 karkeran sektora cihê manê/geştyariyê di rêza duyem de cih digre.

Piraniya wan rehberên geştyariyê bûne ku di erdhejê de li otelan canê xwe ji dest dane. Sektora veguhestinê bi 52 karkeran di rêza sêyem û sektora çandiniyê bi 40 karkeran di rêza çarem û sektora kîmya/plastîkê bi 39 karkeran di rêza pêncem de ye.

Herwiha di raporê de tê gotin ku di rêza yekem a parêzgehên herî zêde karkeran lê canê xwe ji dest dane bi 76 karkeran Stenbol e û parêzgeha Semsûrê bi 65 kesan di rêza duyem de ye. Hatay bi 36 kesan di rêza sêyem û Mereş bi 16 kesan di rêza çarem de ye. Kocaeli bi 12 karkeran di rêza pêncem de ye.

ISIGê herwiha ragihandiye ku amarên hatine belavkirin ji nûçeyên li ser medyayê hatine komkirin û eger heye hejmara mirina karkeran ji ya hatiye eşkerekirin zêdetir be.