Erdogan li ser gotinên derbarê Demîrtaş de Kiliçdaroglu rexne kir

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Selahattîn Demîrtaş Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan rexne li gotinên, berbijêrê Hevpeymaniya Milllet Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş girtin û got: “Ey gelê min ê xweşdivî ma dikare bo bay bay Kemalê ku bi fermana Qendîlê ketiye rê û zarên wî piştevanî bê dayîn?”

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur  Recep Tayîp Erdogan roja Çarşemê 12ê Nîsana 2023an li bajarê Enqere yê Tirkiyê beşdarî merasîma vekirina hêla metroyê bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu heta niha çendîn car di axaftinên xwe de gotiye eger ew bibe Serokkomar û partiya wî bibe desthilat ew dê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve girtî ye azad bikin.

Serokkomarê Tirkiyê li ser van gotinan rexne li Kiliçdaroglu girtin û got: “Bay bay Kemal dibêje çiqas girtiyên yasayî hebin dê azad bike. Ey gelê min ê xweşdivî ma dikare bo bay bay Kemalê ku bi ferman Qendîlê ketiye rê û zarên wî piştevanî bê dayîn?”

Erdogan wiha axivî “Behsa wê dike ku dê piştî hilbijartinan çi bike. Çi ye? Dê Selo (Selhattîn Demîrtaş) azad bike. Çi dibêje dê serokê terorîstan azad bike. Bay bay Kemal dibêje çiqas girtiyên yasayî hebin dê azad bike. Bi aliyên siyasî yên rêxistina dabeşker re hevbeşiyek qirêj kirine  ku ji wan pêve ti kesek nizane ka li beramber çi kirine .  Bi rastî jî em rûbirûyî tabloyeke wiha ne ku dilê me diêşîne. Rêxistina dabeşker a PKK her roj bi devê serkerdeyekî xwe ji Qendîlê piştevaniya xwe bo maseya 7 partiyan radigehîne. Ey gelê min ê xweşdivî ma dikare  bo bay bay Kemalê ku bi fermana Qendîlê ketiye rê û zarên wî piştevanî bê  dayîn? Wê demê em dê zêdetir kar bikin û wan di sindoqa demokrasiyê de çal bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst