Ûmît Ozdag bo Partiya Çep a Kesk; Dibe ku çûne çiyê

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin 2023 Ûmît Ozdag Partiya Çep a Kesk (YSP)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag li navçeya Umraniye ya Stenbolê serdana standa Partiya Çep a Kesk kir û dema ku kes li dora standê nedît, got: “Dibe ku çûne çiyê.”

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi sernava Min li Umraniyeyê serdana standa HDP-Partiya Çep a Kesk kir, vîdeoyek belav kiriye.

Di vîdyoyê de tê xuyakirin, dema Ozdag serdana standa YSPê dike, ti kes li dora standê nîne, lewra wiha dibêje: “Li dora standê kes tune ye, dibe ku çûne çiyê.”

Ozdag, anî ziman ku ew serdana standên hemû partiyê dike û  wiha got: “Em diçin standên hemû partiyan û serdana wan dikin. Em hatin vir, Partiya Çep a Kesk, kes li standê nîne, belkî çûne çiyê.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst