Lêkolîna Asal: Dengên Tifaqa Cumhur ji yê Tifaqa Millet zêdetir in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Kompanya Lêkolîna Asalê, dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %46 e û dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %43.1 e. Dengê HDPê jî %10.5 e.

Kompanya Lêkolîna Asalê, encama rapirsiya di navbera 8-10ê Nîsanê de li 26 bajaran kiribû eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan “Eger vê Yekşemê hilbijartin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Li gor bersivan dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: %35.9

CHP: %25.1

ÎYÎ Partî: %11.8

HDP: %10.5

MHP: %9.1

DEVA: %1.9

Partiya Ji Nû ve Xweşguzarî: %1.4

Seadet: %1.3

Partiya Pêşerojê: %1

Partiyên din: %2