Erdogan îstîfaya Suleyman Soylu red kir

12-04-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Suleyman Soylu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dest ji kar berdana Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu red kir.

Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyê de ev yek aşkere kir û ragihand, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu bi şêweyekî serkevtî erkên xwe cîbicî kirine.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu nameya dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Recep Tayyip Erdogan kiriye, lê belê Erdogan jê re gotiye ku ew daxwaza wî red dike û pêwîst e li ser erka xwe berdewam be.

Hin çavkaniyan amaje bi wê yekê kirine, piştî nameya xwe ya îstîfayê, Suleyman Soylu bi armanca ku bi Erdogan re bicive, ber bi Stenbolê ve birêketiye.

Suleyman Soylu îşev li ser hesaba xwe ya twitterê îstîfaya xwe ragihandibû û daxwaz ji Erdogan kiribû, ku wî ji wezîfeyê efû bike.

Soylu li ser twittera xwe amaje bi biryara îstîfaya xwe kiribû û ragihandibû: “Ev pêngava bêhnvedana heftiyê bi armanca rawestandina belavbûna zêdetir a vîrusa koronayê bû. Dixwazim ji gelê xwe yê ezîz re rabigihînim, ku ti deman min nexwestiye zirarê bigihînim, birêz serokomar ku dê heta dawiya jiyana xwe dilsozê wî bim, hêvî dikim ku min biboîne.”

Îstîfaya Soylu têkilî bi ragihandina biryara qedexeya çûnûhatinê li Tirkiyê ve hebû, ku pêr roja Înê hatibû ragihandin.

Ji ber ku biryara qedexeyê derneg hatibû ragihandin û bibû sedema qerebalixiyê li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Wezîrê Navxwe û hikûmeta Tirkiyê bi giştî rastî gelek rexne û nerazîbûnan hatibû.

Herwiha medyaya Tirkiyê amaje bi wê yekê kiribû, ku serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan ji ber biryara qedexeyê ji Wezîrê Navxwe nerazî ye û aciz bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst