Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê îstîfa kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dest ji kar berda.

Suleyman Soylu îşev bi awayekê fermî dest ji kar berdana xwe aşkere kir û ragihand: “Ji erka xwe ya Wezareta Navxwe ya ku min bi şanazî birêve dibir, îstîfa dikim.”

Soylu herwiha dibêje: “Di vê pêvajoya hesas de, cîbicîkirina qedexeya çûnûhatinê di berpirsyariya min de ye.”

Îstîfaya Soylu têkilî bi ragihandina biryara qedexeya çûnûhatinê li Tirkiyê ve heye, ku pêr roja Înê hatibû ragihandin.

Ji ber ku biryara qedexeyê derneg hatibû ragihandin û bibû sedema qerebalixiyê li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Wezîrê Navxwe û hikûmeta Tirkiyê bi giştî rastî gelek rexne û nerazîbûnan hatibû.

Herwiha medyaya Tirkiyê amaje bi wê yekê kiribû, ku serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan ji ber biryara qedexeyê ji Wezîrê Navxwe nerazî ye û aciz bûye.