TIRKIYE - Opozîsyon reşnivîsa hikûmetê ya derbarê sosyal medyayê de rexne dike

12-04-2020
RÛDAW
Hikûmeta Tirkiyê, reşnivîsek amade kiriye bo kontrolkirina sosyal medyayê
Hikûmeta Tirkiyê, reşnivîsek amade kiriye bo kontrolkirina sosyal medyayê
Nîşan Tirkiye AKP HDP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê, reşnivîsek amade kiriye bo kontrolkirina sosyal medya û biryar e bişîne Parlamentoyê daku were gotûbêjkirin û deng li ser bê dayîn. Li gor reşnivîsa proje-yasayê, divê hemû kompanyayeke sosyal medya bi kêmanî nûnerekî wan hebe daku bikaribe rasterast bersiva daxwazan bide.

Herwiha li gor xwesteka dewletê belavkirina zanyariyan di platformên cuda de were kontrolkirin. Ev reşnivîs di çarçoveya rûbirûbûna vîrûsa Coronayê de hatiye nivîsîn. Partiyên opozîsyonê nerazîbûnê pêşan didin û dibêjin, desthilat dixwaze di jêr sîbera rewşa Coronayê de azadiyan teng bike.

Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê Saruhan Oluç, dibêje, “Desthilatê reşnivîseke 62 maddeyî şandiye Komîteya Plan û Butçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê. Di vê reşnivîsê de sansûr li ser dijîtal medya û sosyal medya heye. Ti peywendiyeke vê bi rûbirûbûna vîrûsa Coronayê ve nîne. Desthilat vê rewşê wek derfet dibîne.”

Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dibêje ku ev yek li ser xwesteka Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatiye kirin. Herwiha tekez dikin ku yasayan li gor berjewendiya take kesekî dadirêjin. Parlamenterên AK Partiyê vê yekê red dikin û amaje bi hebûna dadweriyeke serbixwe li Tirkiyê didin.

Wekîla Serokê Fraksiyona AK Partî Ozlem Zengin, diyar dike, “Hûn dibêjin we dadwerî bi kesekî ve girêdaye. Biraderan eger wiha difikirin li vê derê cihekî we nîne. Ew tê çi wateyê ku dibêjin we dadwerî bi kesekî ve girêdaye? Li Tirkiyê em hemû li ser dadweriyê radiwestin. Hebûna şaşiyekî di dadweriyê de tiştek e, hebûna dadweriyeke serbixwe tiştekî din e. Li Tirkiyê bi dadgeha pile yek, dadgeha îstînafê, encûmena serwerî û dadgeha destûrî ve, pesend bikin an nekin dadgehên serbixwe û azad hene.”

Fraksiyona Îyî Partî jî rexne li vê pêngava hikûmetê girt û ev yasaya derbarê sosyal medyayê de wek derbeke bihêz bo ser demokrasiya Tirkiyê binav kir. Partiyên opozisyonê AK Partiyê bi wê yekê tohmetbar dikin ku rewşa bahora Coronayê wek derfet bikar tine û sînorê azadiyan teng dike. Lê AK Partî amaje bi wê yekê dike ku ev pêngav di berjewendiya giştî de ne û pêwîst in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst