Amadekariyên partiyan ji bo hilbijartinan germ û gurtir dibin

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hevpeymaniya Millet Hevpeymaniya Cumhur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku dîroka hilbijartinê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve wek 14ê Gulanê hat destnîşankirin, amadekariyên partiyan ya bo hilbijartinê zêdetir bûne. Bi şêweyekê partiyan dest bi bangeşeya xwe ya hilbijartinê kiriye.

Di nava hevpeymaniya Cumhur û Millet de rikeberiyekê dijwar bûye. Her yek dixwaze xwe wek ê baş ên din wek ên xirap nîşan bide.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Wek 6 partî destpêkirin lê niha ne diyar e ku 8 an 10 partî ne. Ew daxuyaniya wan ku 12 xalan li xwe digre ya wê hevpeymaniyê nîşaneya wê yekê ye ku dixwazin welatê me bixin çi rewşê. Di rojeva vê hevpeymaniyê de ti pirsgirêka millet û welatê me nîne.”

Serokên partiyên di nav Hevpeymaniya Milet de jî li navçeyên erdhejê, deshilatê ji encamên giran ên erdhejê tohmetbar dikin û dibêjin ew dê di 14ê Gulanê de bi ser bikevin û her tiştî çareser bikin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje: “Bi rastî ti pirsgirêkên vî welatî yên ku neyên çareserkirin nînin. Em dê hemû pirsgirêkan çareser bikin, bi hevre em dê çareser bikin. Ji 14ê mehê re amade bin ji 14ê Gulanê re amade bin. Bi izna Xwedê hûn dê bibînin, em dê ferasete nû serwer biki, em dê zihniyetê biguherin û her kesî hembêz bikin.”

Di demekê de ku her partî û hevpeyman hewil dide dengên xwe zêde bike, HUDA-PARê eşkere kir ku ew dê di hilbijartinên li pêşiya Tirkiyê de dengê xwe bidin Erdogan.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku dê 36 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bibin.

Xebat û amadekariyên partiya ya bo hilbijartinê despêkiriye û her kes ji xelkê re soz dide ku dê daxwazên xelkê çareser bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst